Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî amade bû.
Duhê duşem rayedarên wezareta pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Serokatiya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.
Di civînê de giftûgo li ser prosesa reformên nava wezareta pêşmerge û astengiyên berdem vê prosesa han hate kirin.
Herwiha di civînê de nîqaş li ser hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê û piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî ji prosesa yekxistin û reformên nava wezareta pêşmerge de hate kirin.
Her di heman civînê de nunerê hevpeymaniya cîhanî jî tekez li ser berdewamiya piştîvanî û hevkariyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge û herwiha piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî ji reformên nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin