Siûdiye hewl dide Sûriye vegerîne nava komkara Erebî.
Li gor çapemeniya Erebî biryare di wan rojên pêşiya me de wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan piştî 12 salan bo cara ewil serdana Dîmeşqê bike û li gel Serokê Sûriye Beşar Esed û rayedarên din yên rejîmê bicive.
Çapemeniya Erebî eşkere kiriye ku, armanc ji vê serdana han, nîqaş kirine li ser dom kirina hewldanên Siûdiyeyê yên bo vegerandina Sûriyeyê bo nava komkara Erebî.
Weke tê zanîn ev serdan piştî vê yekê tê ku, beriya 5 rojan wezîrê derve yê Sûriyeyê jî serdana Siûdiyeyê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin