Li parêzgeha Hema ya Sûriyeyê hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Sûrî (SANA) duhê dema hijmareke zêde welatiyên Sûrî li derdorê Hemayê mişxûlî kom kirina domelanê bûne, rastî êrîşî terorîstên DIŞIê hatine.
SANA belav kiriye ku, di encama han de herî kêm 26 welatiyên medenî ku, piraniya wan şêniyên navçeya Îta ya li parêzgeha Hemayê bûne hatine kuştin.
Weke tê zanîn di nava mehekê de ev cara sêyeme ku, li vê deverê DIŞI êrîşî ser xelkê medenî dike û di encama êrîşan de gelek kes hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin