Vê îro bigehêje Bexdayê.
Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Îraqê vê îro duşem wezîrê derve yê Ukraynayê Dimitri Kulba bi serdaneke fermî bigehêje Bexdayê.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, wezîrê derve yê Ukraynayê di vê serdana xwe de li gel wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên dicive û behsa têkiliyên navbera Îraq û Ukraynayê û çend mijarên din dike.
Çend jêderên hayedar yên Îraqî jî qala vê yekê kirine ku, ev şanda Ukraynî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî û rayedarên îstîxbarata Îraqê jî dicive û di civînan de giftûgo li ser amadekariyên heyî yên bo diyaloga navbera Ukrayna û Rûsyeyê tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin