Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Êzidiyan

giftûgo derbarê rewşa Şingalê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Mîrê Êzidiyan civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Mîrê Êzidiyan civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya Mîrê Êzidiyan birêz Mîr Hazim Tehsîn beg kir.

Me giftûgo derbarê rewşa Êzidiyan û rewşa devera Şingalê bi taybetî kir.

Rixmî dubare kirina piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo maf û daxwazên Êzidiyan, me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar yên derqanûnî û normal kirina rewşa deverê bo awedan kirina Şingal û vegera awareyan bo cîhên wan kir.

Mîrê Êzidiyan jî spasî û rêzdariya xwe ya li hember piştîvaniya berdewam ya hikûmeta herêmê bo Êzidiyan û kêm kirina êş û azarên wan û girîngî dan bo rola Êzidiyan di nava dezgehên hikûmetê de diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.