Tirkiye ji Bakûrê Sûriyeyê vedikêşe.
Rojnameya El Veten ya Erebî ku, nêzî rejîma Esede belav kiriye ku, diyaloga navbera Tirkiye û Sûriyeyê bo normal kirina têkiliyan, jiber nevekêşana hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriye, xetimî bûn lê jiber zextên Rûsî li ser Tirkiyeyê, ev prose dîsa destpê kiriye.
Çavkanî li ser zarê çend berpirsên mezin yên rejîma Sûriyeyê belav kiriye ku, niha Tirkiye razî bûye ku, hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe lê bi mercek ku, çekdarên Nusre bikevin şûna artêşa Tirkiyeyê.
Heta niha helwesta Dîmeşqê li hember vê merca han ya Tirkiyeyê nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin