Medreseya olî ya Qumê vê carê jî dijî rejîmê biryarek da

dibêje girtin û lêdana jin û keçin bêleçik dijî pîvanên îslamê ye.
کوردستان TV
100%

Rejîm gotibû emê êrîşî ser jinên bê leçik bikin.

Piştî biryara Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî û rayedarên din yên rejîma Îranê yên derbarê bikar anîna zor û tundûtîjiyê li dijî wan jin û keçên ku, leçik ( serpuş û hicab) bikar nayînin, medreseya olî ya Qumê ku, yek ji organên mezin û fermî yê rejîma Îranê û navenda pêgehandina Mamosteyên olî yên şîeye biryarek beruvajî biryara rejîmê da.

Di biryara medreseya olî Qumê de hatiye diyar kirine ku, bikar anîna tundûtîjî, zordarî û rêkarên qanûnî û girtina jin û keçin bêleçik der qanûnî û dijî pîvanên şerîeta îslamê ye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.