Îraq dawî bi şewitandina gazê tine

dibêje şewitandina gazê zirareke mezin dide abûriya Îraqê.
کوردستان TV
100%

Sala 2027an şûna gaz nayê şewitandin.

Kompaniya gaza xwezayî ya Besreyê ragihandiye ku, mişxûlî amade kirina projeyekin bo kêm kirina şewitandina gazê li ser bîrên gazê ( gaza meşel).

Li gor daxuyaniya vê kompaniyê, li gel wezareta enerjî û petrolê dest bi amade kirina projeyek bo kêm şewitandina gazê kirine û li gor plana ku, hatiye amadekirin vê heta sala 2027an dawî bi şewitandina gazê weke meşelê, li ser bîrên gazê tînin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, beşeke zêde ji gaza ku, tê hêlbirîn li ser bîrên gazê bi şêwazê meşelê tê şewitandin û ev yek jî bargiraniyeke mezine li ser abûriya Îraqê lewre dixwazin dawî bi vê bargiraniya han bînin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.