Welatên beşdar derbarê Sûriyeyê de lihev kirin.
Komcivîna Cideyê ya taybet bi rewşa Sûriyeyê yaku, duhê bi beşdariya wezîrên derve yên Îraq, Misir, Urdin û Siûdiyeyê destpê kiribû bi dawî hat.
Di komcivîna han de welatên beşdar li ser vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî û bihêztir kirina pêgeha rejîm û dezgehên rejîmê li seraserê Sûriyeyê lihev kirine.
Herwiha tekez li ser vê yekê jî kirine ku, lazime welatên han bo dabîn kirina aramî û ewlekariyê hevkariya Sûriyeyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin