Çavuşoglû: Em ji Bakûrê Sûriyeyê navekêşin

Sûriye jî dibêje heta hêzên neyên vekêşandin têkiliyan normal nakin.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Erebî behsa vekêşîna hêzên Tirkî ji Sûriyeyê dike.

Nûçe û raportên çapemeniya Erebî yên li dor lihev kirina Tirkiye û Sûriyeyê bo vekêşîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Bakûrê û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamin û Tirkiye jî bo cara ewil li ser vê mijarê daxuyanî da.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavişoglû ragihand ku, raste danûstandinên me yên li gel Sûriyeyê bo normal kirina têkiliyan berdewamin lê heta dema pkk û ypg li Bakûrê Sûriyeyê hebin vê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê venekêşe.

Beriya niha çapemeniya Erebî bi taybetî çapemeniya Sûrî belav kiribû ku, li hember hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê, Sûriye merc daniye û gotiye heta hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê venekêşin, têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê normal nakin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.