Peyama Serokê herêma Kurdistanê ya bi helkefta Enfalê
Îro di 35 salvegera tawana Enfalê da ku, rejîma berê ya Iraqê li sala 1988ê li dijî xelk û axa Kurdistanê encam da, em bi rêz û hurmet zêdetir ji 182 hezar şehîdên Enfalê bi bî tînin, bejna xwe li hember canê wan yê pak da ditewînin û silav li malbat û kesûkarên wan yên serbilind bin.
Bi vê minasibetê em dupat dikin ku divê Hikûmeta Iraqê kesûkarên enfalkiriyan, di hemû waran da, qerebû bike û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ku, Enfal wek jenosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê nas kiriye, cîbicî bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê baştir xizmeta wan bê kirin û zêdetir girîngî pê bê dayîn.
Qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên weke; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Her di vê bîranînê da, da bi yekrêzî, biratî û karên hevbeş bo parastina destkeftî û mafên xwe, hurmetê li can û yada şehîdan bigrîn. Herwesa divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî da zêdetir weke jenosîd bê naskirin û li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe.
Silav li ser giyanê şehîdan be.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
14.04.2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin