Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta Îraqî erkên xwe yên exlaqî û qanûnî bicîh bîne

dibêje lazime Îraq hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike daku, baştir xizmeta kesûkarên enfalkiriyan û şehîdan bike.
کوردستان TV
100%

Di bîranîna enfalê de peyamek pêşkêş kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna enfalê de peyamek belav kiriye ku, naveroka peyamê jî wisa ye;

Îro bi dileke tejî ji xem û kovan, şehîd û qurbaniyên pêla bednav ya Enfalê dikin ku, yek ji hovanetirîn şêwazê genocide dijî gelê Kurd û Kurdistanê, beriya 35 salan, rejîma Besê ya Îraqê bi çend qonaxên cuda cuda bi hezaran xelkê medenî û bêtawan yên gund û navçeyên curbicur yên Kurdistanê veguhaste çolên Başûr û naverasta Îraq, bi zindî hatin binaxkirin û beşeke gelek zêde ji wan jî heta niha wendane û çarenivîsa wan nediyare.

Tawana enfalê genocideke hovane bû ne tenê li dijî gelê Kurdistanê belku, li dijî tevahiya nirxên mirovatî jî bû ku, mixabin bandorên piralî yên vê tavana hovane hîn jî mane û birînên vê jî hîna nehatine sarêjkirin.

Di vê bîranîna xemgîn de ku, beşeke ji zincîrên tavanên ku, li hember gelê Kurdistanê hatine kirin, daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin ku, erk û berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û destûrî cîhbicîh bike û zirardîtî, malbet û kesûkarên stemlêkiriyên destê rejîma Besê bi awayeke şayîste qerebû bike û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bike daku, bi awayeke baştir bikaribe xizmeta kesûkarên serfiraz yên şehîdan bike.

Di bîranîna têje ji xem ya pêla enfalê de, serê rêzdariyê bo şehîdan û enfalkiriyên Kurdistanê ditewînin û hertim di bîra me dene.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.