Civîna Nêçîrvan Barzanî û Ineazio Larussa destpê kir

Îtaliya û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Vê behsa têkiliyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê were kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînên xwe yên li gel Papa û Serokwezîrê Vatîkanê, li Roma li gel Serokê civata Pîran ya Îtaliyayê Ineazio Larussa jî civiya.

Di civînê de ku, kêliyek beriya niha destpê kiriye, Serokê herêma Kurdistanê jiber piştîvaniyên Îtaliyayê yên bo herêma Kurdistan û Îraqê, spasiya hikûmeta Îtaliyayê kir û behsa girîngiya rola vê welatî di nava hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de kir.

Serokê civata pîran ya Îtaliyayê Ineazio Larussa jî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku, gelek aware û penaber hevandiye û rola hêzên pêşmerge jî di têk birina terorîstên DIŞIê de bilind nirxand û ragihand ku, hêzên pêşmerge di şûna cîhanê de di eniyên pêş de şerê dijî terorê kiriye.

di beşeke din ya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê û berfiretir kirina têkiliyên han hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.