Li gelek deverên Başûr lehiyên mezin rabûn.
Di encama pêla bihêz ya baran barînê yaku, duhê seraserê Başûrê Kurdistanê dabû ber xwe, li gelek cîh û deverên Başûrê Kurdistanê lehiyên mezin rabûn.
Li devera Zaxo, Dihuk, Amêdiyê, Bamernî, devera Barzan û Akrê lehiyên gelek mezin rabûn, zirar gehêştiye gelek malên welatiyan, çend tirimbîlên welatiyan jî di nava avê de çûne û gelek cîhên torîstîkî jî jiber lehiyan têk çûne.
Lehiyên duhê êwarê û duhê bişev ti zirarên canî lipey nebûne lê gelek zirarên mezin yên madî gehandine xelkê.
Tê payîn ev pêla han ya baran barînê heta sibê êwarê jî bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin