Amerîka: Lazime bilez petrola Kurdistanê were şandin

Amerîka dest bi hewldan bo şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxweşin.

Cîgirê wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt ragihandiye ku, Amerîka ji rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê gelek kêfxweşe.

Geoffrey Pyatt herwiha eşkere kiriye ku, lazime bilez dest bi şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê were kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, gelek kompaniyên Amerîkî di warê enerjiyê de li herêma Kurdistanê de kar dikin û berdewam dibin li ser karên xwe.

Pyatt herwiha aniye ziman ku, bo dûbare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê li gel aliyên Îraqî û Tirkî hewldanên wan hene û hewldanên han jî berdewam dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.