Vê carê Xwendekarên xort yên zanîngeha Tehranê jî bi jehirê ketin.
Ev zêdetir ji 2 mehane jiber sedemên nediyar û ji aliyê komên nediyar ve, Xwendekarên keç li Îranê têne jehirî kirin û heta niha bi hezaran Xwendekarên keç bi jehirî ketine û di rojên dawî de jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî gelek Xwendekar bi jehirê ketine.
Li gor çapemeniya Îranê di vê çarçoveyê de jî duhê li Tehranê gelek Xwendekarên xort yên zanîngeha Tehranê jî bijehirê ketine û rayedarên rejîmê jî rê nedane derkevin biçin nûjdar û dermanên hewce wer bigirin.
Her jiber bijehirî ketina Xwendekaran heta niha li Îranê jî gelek xwepîşandan ji aliyê kesûkarên Xwendekaran ve hatine kirin û gelek kes jî hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin