Îtaliya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge

Îtaliya berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên Îtalî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê berê û Fermandarê nû yê hêzên Îtalî li Îraq û herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Îraq û herêma Kurdistanê birêz Colonel Daneille kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Di civînê de Fermandarê nû yên hêzên Îtalî birêz Colonel Stefano Salvadori jî têde beşdar bû, me spasiya Îtaliyayê kir bo hevkarî û piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jî bo Fermandarê berê yê hêzên Îtalî xwest û pîrozbayî jî pêşkêşî Fermandarê nû yê hêzên Îtalî yên li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Mijareke din ya civîna me giftûgo kirin bû derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îtaliyayê û reformên nava wezareta pêşmerge.

Şanda leşkerî Îtalî tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Îtaliyayê û hêzên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerde kirinê de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.