Rewşa 20 ji wan nebaşe.
Li gor zaniyariyên ku, ji Rojhilatê Kurdistanê destketine, bijehir ketina Xwendekarên keç li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî berdewame.
Piştî bi jehirî ketina hijmareke zêde ji Xwendekarên keç li Urmiyeyê, vê carê li bajarê Seqizê jî gelek Xwendekarên keç bi jehirê ketine û tê gotin rewşa tendirostiya 20 ji wan Xwendekaran nebaşe.
Her ji ber vê yekê li Seqiz û gelek bajarên din yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandan hane û heta niha rejîma Îranê li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye û ti tedbîrek jî nestendiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin