Îsraîl Başûrê Sûriyeyê bordiman kir

artêşa Îsraîlê sê navendên leşkerî yên Sûriyeyê wêran kiriye.
کوردستان TV
100%

Bordiman bersifa êrîşên mûşekî bo ser Îsraîlê bûye.

Îro yekşem artêşa Îsraîlê belav kir ku, piştî êrîşa mûşekî ya bo ser Îsraîlê yaku, ji aliyê Başûrê Sûriyeyê ve pêk hatiye, balefirên cengî yên Îsraîlê êrîşî ser Başûrê Sûriyeyê kirine.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, balefirên şer yên Îsraîlê navendeke leşkerî ya artêşa çaran ya Sûriyeyê, navendeke radar ya artêşa Sûriyeyê û yekeyeke topxaneya Sûriyeyê bordiman kirine û ev her sê navendên han bi temamî wêran kirine.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, berpirsê yekem yê wan tiştên ku, li Sûriyeyê diqewmin desthilata Dîmeşqê ye û Îsraîl bi ti awayî rê nade serweriya wî û axa wî were binpêkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.