Beşdarî di merasîma bîranîna ava kirina saziya Bedir de kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û beşdarî di merasîma salvegera ava kirina saziya Bedir de kir û gotarek jî pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rola saziya han di nava prosesa siyasiya Îraqê de kir û balkşande ser rewşa niha ya Îraqê û ragihand ku, lazime kêşeyên heyî yên li Îraqê bi rêya çareseriya Îraqî ku, baştirîn çareseriye werin çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, sibê 9ê Nîsanê ye û salvegera hilweşandina rejîma Besê ye lewre lazime em mehû li ser wan destkeft û serkeftinan bihizrin ku, bi yekdengî û yekrêzî hatine bidestxistin û bi yek rêzî û yek dengî kêşeyên heyî çareser bikin û pêşeroja welat misoger bikin.
Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de anî ziman ku, gelek kêfxweşe ku, dibîne Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî hewlên cidî dide bo cîhbicîh kirina karnameya hikûmeta nû ya Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin