Urdin daxwaza civîna bilez ya Komkara Erebî dike

komên çekdar êrîşî Îsraîlê dikin û Îsraîl jî bersifa wan dide.
کوردستان TV
100%

Derbarê êrîşên Îsraîlê de civînê tê lidarxistin.

Hikûmeta Urdinê daxwaz ji Komkara Erebî dike daku, derbarê êrîşên navbera Îsraîl û Xezeyê de Komkara Erebî civîneke bilez lidar bixe.

Hikûmeta Urdinê eşkere kiriye ku, lazime bo nirxandina rewşa Xeze û êrîşên Îsraîlê, Komkara Erebî bilez civînek lidar bixe.

Heta niha Komkara Erebî jî li ser vê daxwaza Urdinê ti daxuyanî nedaye.

Weke tê zanîn ev çend roje komên çekdar êrîşî ser Îsraîlê dikin û Îsraîl jî bersifa wan êrîşan dide.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.