Civîna çar alî duhê li Mosckow destpê kiribû.
Li gor jêderên çapemeniyê duhê civîna çar alî di asta Cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyeyê li dor rewşa Sûriye û normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê destpê kiribû.
Her duhê rojnameya Şer Elewset li ser zarê nunerên Rûsî yên beşdar di civînê de belav kiribû ku, di civînê de li ser vekêşîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê lihev hatin çê bûye.
Piştî vê nûçeyê, rojnameya medeleast jî belav kiriye ku, Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyeyê ragihandiye ku, eşkere kirina biryara vekêşîna hêzên Tirkî û destpê kirina vekêşînê yekem pêngav dibe bo normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji 5 mehane Tirkiye hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê dide û Sûriye jî ragihandiye heta ku, hêzên çekdar yên Tirkiyeyê nevekêşin, evê têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê normal nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin