Serokê herêmê li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

hêzên pêşmerge dibin hêzeke nîştimanî û yekgirtî.
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên hevpeymanan spasiya Serokê herêma Kurdistanê dike.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Matthew Markfarlane civiya.

Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Jeneral Matthew Markfarlane spasiya Serokê herêma Kurdistanê kir bo pêngavên yekxistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge û herwiha jiber ev merasîma ku, îro bo destbikar bûna firqeyên 1 û 2 yên hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de, hatibû organîzekirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser girîngiya bihêztir kirina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan bo rûbirû bûna terorê hate kirin û tekez li ser berdewamiya karên hevbeş bo ji nav birina hertimî ya DIŞIê hate kirin.

Nirxandina dîtina çareseriyên mayinde bo kêşeyên nabvera Hewlêr û Bexdayê bi tabetî kêşeyên taybet bi petrol û gazê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.