Nêzî 40 endam û berpirsên HDP hatin girtin

du operasiyonên berfire li dijî HDP hatine kirin.
کوردستان TV
100%

Di nava du rojan de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.

Duhê li Îstenbûl û Îzmîrê  hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê operasiyonek li dijî HDP lidar xistibûn û bi hinceta propagende kirin bo terorê herî kêm 26 rayedar û endamên HDPê li wan du bajaran hatibûn girtin.

Îro dîsa li Rihayê jî operasiyoneke din li dijî HDP hate lidarxistin û di encam de 11 endam û rayedarên din yên HDP hatine girtin ku, di nava girtiyan de Hevserokê Rihayê yê HDP Ehmed Atiş jî heye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.