Serokwezîrê Kurdistanê gehêşte Bexdayê

derbarê şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê giftûgo tê kirin.
کوردستان TV
100%

Bo rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê çûye Bexda.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku, şandeke hikûmeta Kurdistanê jî li gel wî ye, çûye Bexdayê.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê li twitterê nivîsandiye: Bo qonaxên dawî yên rêkeftina navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî ber bi Bexdayê ve di rê dene.

Biryare Serokwezîrê Kurdistanê di çarçoveya vê serdana han de li gel rayedarên Îraqê bicive û di civînan de giftûgo derbarê dubare şandine petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî û çareser kirina kêşeyên din yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de giftûgo bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.