Dosyeya petrolê li gor destûrê tê îdare kirin

di demeke nêz de şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî destpê dike.
کوردستان TV
100%

Bexda û Hewlêr li ser vê mijarê lihev kirine.

Şêwirmendê Serokwezîrê herêma Kurdistanê, Dijwar Fayiq li dor dosyeya petrola herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Dijwar Fayiq ragihand ku, diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê li dor dosyeya petrolê gelek baş dimeşe û her du alî li ser îdare kirina vê dosyeya han li gor destûra federalî lihev kirine.

Weke tê zanîn duhê jî AFP belav kiribû ku, Bexda û Hewlêr li ser dosyeya petrolê lihev kirine û vê îro dîsa dest bi şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.