Hin endamên OPEC biryareke hevpar dan

Amerîka dibêje em rê nadin buhayê petrolê bilind bibe.
کوردستان TV
100%

Henarde kirina petrolê kêm dikin û Amerîka jî daxuyanî dide.

Hin welatên endam di OPECê de weke Îraq, Siûdiye, Îmarat, Kuwait û Eman biryareke hevpar li dor kêm kirina henardeya petrolê dane.

Ev welatên han diyar kirine ku, ev biryara han biryareke dilxwaze û bo pêşî girtin ji egerên nexwestî di pêşerojê de di nava bazara petrolê de hatiye stendin.

Li hember vê biryara han jî Amerîka daxuyanî da û ragihand ku, Amerîka hewl dide ku, rê nede buhayê petrolê li ser welatiyên Amerîkî bilind bibe.

 

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.