Gelek kuştî û birîndar hene.
Çapemeniya Sûrî îro yekşem belav kir ku, balefirên şer yên Îsraîlê, îro danê sibê zû careke din êrîşî ser Hims û derdorê Himsê kirine.
Li gor çapemeniya Sûrî di encama êrîşa han ya Îsraîlê de ku, çend navendên komên çekdar hatine armanckirin gelek kuştî û birîndar çê bûne lê heta niha hijmara kuştî û birîndaran nehatiye eşkerekirin.
Di nava du rojan de ev cara sêyeme ku, Îsraîl êrîşî ser komên çekdar yên nêzî Îranê li Sûriyeyê dike û di encama wan du êrîşan de Fermandar û Şêwirmendeke leşkerî ya spaha Pasdaran hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin