Petrola Kurdistanê bi berdewamî tê şandin.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku, Bexda û Hewlêrê li ser diyaloga navbera xwe ya bo çareser kirina kêşeya petrolê gavên gelek baş avêtine.
Faris Îsa herwiha eşkere kiriye ku, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê berdewame û di nava çend rojên pêşiya me de vê her du alî lihev bikin û petrola Kurdistanê jî bi berdewamî bo bazarên cîhanî were şandin.
Nav hatî eşkere kiriye ku, Bexda gelek bileze bo lihev kirinê jiber ku, neşandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê zirareke mezin dide abûriya Îraqê.
Weke tê zanîn duhê jî wezareta derve ya Amerîkayê daxwaz ji Tirkiye û Îraqê kiribû daku, bilez dest bi şandina petrola herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin