Fermandarekî din yê Îranî hate kuştin

di nava çend mehan de ev cara duyeme spah mirina fermandarên xwe radigehîne.
کوردستان TV
100%

Duhê di encama êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Spaha Pasdaran ya Îranê belav kir ku, duhê li derdorê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê Fermandareke spaha Pasdaran hatiye kuştin.

Di daxuyaniya spaha Pasdaran de hatiye eşkere kirin ku, duhê balefirên Îsraîlî derdorê Dîmeşqê bordiman kirine û di bordimana han de Fermandareke Îranî bi navê Mîlad Heyderî hatiye kuştin.

Weke tê zanîn duhê Îsraîl du caran derdorê Dîmeşqê bordiman kiribû û di encama wan bordimanan de gelek leşkerên rejîmê û çekdarên biyanî jî hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.