Amerîka: Gelek bijardeyên leşkerî li berdestê me dene

dibêje emê bijardeyên leşkerî bikar bînin.
کوردستان TV
100%

Serokerkanê artêşa Amerîkayê derbarê Îranê de daxuyanî da.

Serokerkanê artêşa Amerîkayê Jeneral Mark Milley derbarê hewldanên Îranê yên bo çê kirina çekên etomî de ragihand ku, Amerîka bi ti awayî rê nade Îran bibe xwedan çekên etomî.

Mark Milley herwiha behsa vê yekê kiriye ku, eger Îran biryar bide çekên etomî çê bike vê demê gelek bijardeyên curbicur yên leşkerî li berdestê Amerîka û artêşa Amerîkayê dene û emê wan bijardeyan bêyî dudilî li dijî Îranê bikar bînin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku, eger heye di nava 2 hefteyan de Îran bikaribe bigehêje madeya sereke ya çê kirina çekên etomî lê Amerîka û hevpeymanên wî ti carî rê bi Îranê nadin bibe xwedan çekên etomî.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.