40 Koçber li Meksîko hatine kuştin

ev kesên din di nava navendeke ragirtina koçberan de hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Di encama şewateke li navendeke desteserkirinê ya koçberîyê de herî kêm 40 kes li Meksîko hatine kuştin.

AP ji zarê serokê Meksîkî ragihand ku penaberên ku ji dersînorkirinê ditirsîyan, îro li bakurê Meksîko nivînên razanê yên navenda desteserkirinê şewitandin.

Bûyer li Meksîko yek ji şewatên herî kujer yên li girtîgehên koçberîyê ye û dîroka Meksîko ye.

Dîdevanan got ku termên bi çarşefan pêçandî li dervayê avahîya li bajarê Ciudad Juarez, rêzkirî xuya dibûn.

Ciudad Juarez hember bajarê El Paso ya Teksasê cîh digire ku xaleke girîng ya derbazbûna koçberan e.

Ajansê dîyar kir ku li cihê bûyerê gelek ambulans, agirvemir û maşîneyên ku meytan veduguhastin xwanê dibûn.

Karbidestan ragihand ku di bûyerê de 29 kesên din jî birîndar bûn û di dema şewatê de 68 kesên ji dewletên ji Amerîkaya Navîn û Başûr hebûn.

weîzêr Derve yê Guatemala Mario Bucaro ragihand ku 28 ji kesên mirî hemwelatîyên wan in.

Ji voayê hatiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.