Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

wezîra derve ya Almanyayê 7ê Adarê serdana Kurdistanê kiribû.
کوردستان TV
100%

Wezîra derve ya Almanyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye.

Wezîra derve ya Almanyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye û Serokwezîr jî di vê derbarê de bi vê awayî naverokê nameyê belav kiriye;

Nameyek ji wezîra derve ya Almanyayê Xatû Annalena Baerbock gehêşte me.

Di nameyê de birêz wezîra derve ya Almanyayê spasiya me kiriye bo pêşwaziya gerim û dostane yaku di dema serdana vê de bo herêma Kurdistanê di rojên 7 heta 10 Adarê de jê hatiye kirin û herwiha tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Almanyayê bo herêma Kurdistanê jî kiriye.

Wezîra derve ya Almanyayê di nameya xwe de nivîsandiye: Kêfxweş bûm ku min ji we yên birêz bihîst ku, parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û mîdiyakaran cîhê girîngiyeke taybetin bo hikûmetê, herwiha pêşwaziya gerim ji vê yekê dikim ku, hun dixwazin bi awayeke ketîf rûbirûyê bandorên qirîza keş û hewa bibin, tevahiya wan pêşmercin daku, xelk li nîştimana xwe de asoya pêşerojê bibîne.

Di beşeke din ya nameyê de nivîsandiye: Spasiya we dikim bo ku, herêma we di sala 2014an de zêdetirîn hijmara awareyên navxweyî li seraserê Îraqê vehevandiye û heta niha jî wan diparêze. Êzidî, Mesîhî û xelkê ser bi kemîneyên din pêdiviya xwe bi asoyên pêşerojê hene ku, ji jiyana nava kempan zêdetir bin, ewlekariya civakî bidin wan, dixwazim hana we bidim daku, di vê derbarê de him li herêma xwe û him jî di giftûgoyên xwe yên li gel Bexdayê de di warê kar kirin li ser vê mijarê de bedewam bin.

Di dawiya nameya xwe de wezîra derve ya Almanyayê wiha nivîsandiye; Hêvî dikim ku, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê piştî pêk anîna serkeftî ya hikûmetê li Bexdayê, li ser esaseke nû û bawermend werin sazmandehîkirin daku, çavkaniyên zengîn yên Îraq û herêmê bi baştirîn awayî bo xweşgozeraniya xelkê werin bikaranîn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.