Li Şingalê goreke din ya bi komî hate dîtin

hîn jî çarenivîsa nêzî 3 hezar Êzidiyan nediyare.
کوردستان TV
100%

Taybete bi salên 2014 heta 2017an.

Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî ya Îraqê li Şingalê goreke din ya bi kom ya Êzidiyan yên ku, ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine şehîdkirin hatiye dîtin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hîn jî nayê zanîn di nava gorê de çend cenaze hene lê ev yek eşkereye ku, ev gora han ya wan welatiyên Êzidiye ku, sala 2014an heta 2017an ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine şehîdkirin.

Weke tê zanîn di Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê êrîşî ser Şingalê kirin û gelek welatiyên Êzidî şehîd kirin û geleke din jî revandin û hîn jî çarenivîsa nêzî 3 hezar Êzidiyên revandî nediyare.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.