Amerîka û Îraq huşdarî didin

dibêjin lazime şandina petrolê dîsa destpê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêjin ragirtina şandina petrola Kurdistanê zirarê dide Îraqê.

Piştî biryara dadgeha parîsê ya li dor şandina petrola Kurdistanê bo derve, şandina petrolê hatibû ragirtin û li ser vê mijarê jî him wezareta petrolê ya Îraqê û him jî Amerîka daxuyaniyên cuda dan.

Wezareta petrolê ya Îraqê dibêje rawestandina şandina petrola Kurdistanê bo derve, zirareke gelek mezin dide abûriya nîştimanî ya Îraqê lewre lazime bilez şandina petrolê dîsa destpê bike.

Amerîka jî li ser vê mijarê diyar kiriye ku, lazime kêşe bi diyalogê werin çareserkirin û lazime şandina petrola Kurdistanê bo derve dûbare destpê bike jiber ku, rawestandina şandina petrolê sûdê nade ti aliyekê.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.