Wezîrê derve yê Îranê diçe Rûsyeyê.
Wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan ku, biryare sibê biçe Rûsyeyê, ragihand ku, deriyên Îranê bo diyalogê li gel Rojavayiyan derbarê bernameya etomî ya Îranê de hertim vekirî nabin.
Emîr Ebdulahiyan herwiha ragihand ku, di civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê de vê bi fermî li ser navê Îranê daxwaz ji şahê Siûdiyeyê bike daku, serdana Tehranê bike.
Nav hatî eşkere kiriye ku, beriya niha şahê Siûdiyeyê daxwaz ji Serokkomarê Îranê kiriye daku, serdana Riyazê bike, lewre Îran jî daxwaz ji wî dike daku, serdana Tehranê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin