Tankên Brîtanî û Amerîkî gehêştine Ukraynayê

Ukrayna dest bi êrîşên beruvajî li dijî Rûsyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Vê beşdarî di êrîşên beruvajî yên Ukraynayê li dijî Rûsyeyê bikin.

Duhê wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihand ku, beşeke gelek zêde ji çek û amûrên leşkerî yên nû yên ku, welatên Rojavayî bo Ukraynayê şandibûn gehêştine destê wan.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Ukraynayê tankên cengî yên Chalincer yên Brîtanî û herwiha panzer û zirexên Amerîkî jî bo beşîdarî kirin di êrîşên beruvajî yên artêşa Ukraynayê li dijî Rûsyeyê gehêştine destê artêşa Ukraynayê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku, hevkariyên leşkerî û locistîkî yên Rojavayiyan bo Ukraynayê berdewam dibin.

Beriya niha Almanya jî tankên xwe yên navdar Leopar radestî Ukraynayê kiribûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.