li Kurdistanê hilbijartin tê kirin

hilbijartin di 18ê Kewçêrê de têne kirin.
کوردستان TV
100%

hilbijartin di meha kewçêrê de têne kirin.

Serokatiya herêma Kurdistanê îro yekşem daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinên parlementoya Kurdistanê diyarî kiriye.

Li gor daxuyaniyê Serokê herêma Kurdistanê biryar daye daku, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 18ê kewçêrê 2023an de were kirin.

Herwiha daxwaz ji aliyên siyasî û komîsyona bilind ya hilbijartinan jî hatiye kirin daku, amadekariyên pêwîst bo vê yekê bikin.

Weke tê zanîn ev demek bû ku, part û aliyên siyasî li ser diyarî kirina dema hilbijartinan û qanûna hilbijartinan giftûgo dikirin û di dawî de jî lihev hatin kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.