Çapemeniya rejîma Îranê dibêje 15 mûşek ber navendên Amerîkî ketine.
Îro şemî danê sibê dîsa êrîşî ser navendênleşkerî yên hêzên Amerîkî li Sûriyeyê hate kirin.
Di vê derbarê de televizyona Meyadîn yaku, weke organê rejîma Îranê ye lê bi zimanê Erebî weşandê dike belav kiriye ku, îro danê sibê êrîşî ser navendên hêzên Amerîkî yên li Kuniku hatiye kirin û 15 mûşek ber vê navendê ketine û zirarên mezin jî çê bûne.
Lê li hember de kanala Foxnews jî li ser zarê jêderên leşkerî yên Amerîkî belav kiriye ku, du caran êrîşî ser navenda Kuniku hatiye kirin û ti zirarên vê êrîşê jî nebûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin