Nameya wezîrê berevanî yê Amerîkayê gehêşte Serokê herêma Kurdistanê

wezîrê berevanî yê Amerîkayê tekz li ser dom kirina hevbeşiya li gel Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Di nameyê de wezîrê berevanî yê Amerîkayê spasiya Serokê herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin wergirt ku têda ji bo wê pêşwaziya germa di dema serdana wî ya 7 vê mehê ya bo Hewlêrê lê hatiye kirin, spasiya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Austin di nameya xwe da li ser serdana xwe ya bo Hewlêrê dibêje: “Ez kêfxweş bûm ku careke din tekezî li ser hêz û girîngiya hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li Iraqê bikim”.

Di nameya xwe ya bo Nêçîrvan Barzanî de, Austin tevî îşaretdanq bi pêzanîn û gotûbêjên derbarê pêdagiriya hevbeş a her du aliyan bi yekcarî têkşikandina DÎŞIê, tekez li ser vê yekê kiriye ku hevkariya berdewam Amerîka û Herêma Kurdistanê digel Bexdayê ji bo Iraqeke aram û seqamgîr û xwedî serwerî pêdivî ye.

Her wesa, rola Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina prosesa rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li ser bingehê peymana li hevtêgihiştina hevbeş ya Pentagonê digel Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Xwesteka welatê xwe jî ya ji bo berdewamiya karê hevbeş ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.