Spaha Pasdaran dibêje di nava me de sîxor hene

hinek Fermandarên spaha Pasdaran dijî rejîmê dixebitin.
کوردستان TV
100%

Dibêje zaniyariyên nihênî bi pere difiroşin hêzên biyanî.

Rayedarên spaha Pasdaran di civîna xwe ya li gel Rêberê şoreşa Îraqê Elî Xamneyî de dilgiraniya xwe ya li hember rewşa rejîma Îranê û nakokiyên nava Fermandarên spahê diyar kirine.

Fermandarên spaha Pasdaran ji Xamneyî re gotine ku, di nava spaha Pasdaran de hinek ji Fermandarên spahê helwesta xwe dijî rejîmê guhertine, zaniyariyên girîng û nihênî yên rejîm û spahê li hember wergirtina 5 heta 100 miliyon timenan didin hêzên biyanî û neyarên rejîmê.

Ev Fermandarên han herwiha ji Xamneyî re gotine ku, korê wî dest bi guhertin û ji kar avêtina hinek ji rayedarên spahê kiriye ku, ev yek jî bûye sedema zêdetir kûr bûna alozî û nakokiyên nava spaha Pasdaran.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.