Îsraîl xwe bo êrîş kirine ser Îranê amade dike

Amerîka vê 4 balefirên cureya KC46 bide Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Îsraîl daxwaza bilez ya 4 balefiran kiriye.

Hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku, di çarçoveya amadekariyên bo êrîş kirine ser Îranê de, daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku, 4 balefirên mezin yên gehandin û veguhastina sûtemeniya balefirên şer radestî Îsraîlê bike.

Hikûmeta Îsraîlê bi fermi daxwaz ji aliyên têkildar yên Amerîkayê kiriye daku, di radest kirine 4 balefirên cureya KC46 bi Îsraîlê lezê bikin jiber ku, Îsraîl bo êrîş kirine ser Îranê xwe amade kiriye û pêdiviya wan bi wan balefiran heye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.