Têkiliyên dîplomatîkî yên Îran û Siûdiyeyê destpê dikin

wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê dicivin.
کوردستان TV
100%

Dîplomatên wan her du welatan vedigerin ser karên xwe.

Îro wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê bi rêya telefûnê bihev re peyvîn.

Di peywendiya han ya telefûnî de wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê giftûgo li ser normal kirina têkiliyan û civîna muhtemel ya du alî kirin.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî nirxandin bo vegerandina dîplomatên her du welatan û vekirina dubare ya balyozxaneyên xwe kirin.

Biryar jî hatiye dayîn ku, di demeke nêz de wezîrên derve yên Siûdiye û Îranê bicivin lê hîn jî dem û cîhê civînê nehatiye diyarîkirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.