Serokkomarê Îraqê rexne li welatên cîran dike

dibêje Îran û Tirkiye avê weke karteke siyasî dijî Îraqê bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Dibêje avê li ser Îraqê qut dikin.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd di gotareke xwe de yaku, di çarçoveya konferansa avê ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê pêşkêş kir ragihand ku, Îraq rastî kêşeya kêm avêyê hatiye û sedema vê jî siyasetên welatên cîran ( Îran û Tirkiyeyê) ne li hember Îraqê.

Letîf Reşîd herwiha eşkere kiriye ku, Îran û Tirkiye di warê avê de pêbendî rêkeftinên cîhanî nabin û rêjeya avê yaku, diherike Îraqê bi berdewamî kêm dikin û ev yek jî bûye sedem ku, Îraq rastî kêşeya kêm avêyê bibe.

Letîf tekez li ser vê yekê kiriye ku, siyasetên Îran û Tirkiyeyê bûne weke metirsiyeke mezin li ser ewlekariya xwerakê li Îraqê û herwiha bûne sedema koçber bûna beşeke zêde ji şêniyên Îraqê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.