Sûdanî li gel Karsazên Tirk civiya

Sûdanî daxwaz ji Karsazên Tirk dike li Îraqê kar bikin.
کوردستان TV
100%

Duhê jî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya bû.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ku, duhê çûbû Enqere û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan civiya bû, îro jî civînên xwe didomîne û li gel hijmareke Karsaz û Bazirganên Tirk civiya.

Di civînê de Sûdanî daxwaz ji Karsaz û Bazirganên Tirk kir daku, liv û tevgerên xwe yên abûrî li Îraqê zêdetir û berfiretir bikin jiber ku, niha li Îraqê rewşeke goncaw bo sermayegozariya Tirkiyeyê heye.

Sûdanî herwiha daxwaza vê yekê kir ku, têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de werin bihêztir kirin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.