Tevahiya wan endamên DIŞIê ne û îro hatine girtin.
Li gor çapemeniya Îraqê, îro hêzên ewlekarî yên Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Kerkûkê operasiyoneke mezin lidar xistine.
Di encama operasiyona hêzên ewlekarî yên Îraqê de herî kêm 10 terorîstên DIŞIê yên ku, beriya niha endamên DIŞIê bûne û ji aliyê dadgeha Îraqê ve jî weke daxwazkirî navên wan hatibûn belavkirin, hatine girtin.
Hate zanîn du ji terorîstên girtî berpirsê karûbarên dabîn kirina erzaqê bo DIŞIê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin