Balefirxaneya Helebê hatiye bordimankirin.
Li gor çapemeniya Erebî îro çarşem danê sibê balefirên şer yên Îsraîlî dîsa balefirxaneya bajarê Helebê ya li Sûriyeyê bordiman kirine.
Balefirên Îsraîlî bi çar mûşekan balefirgeha bajarê Helebê bordiman kirine û jiber bordimana han liv û tevgerên li vê balefirgehê bi temamî hatine ragirtin û zirarên mezin yên madî jî çê bûne.
Weke tê zanîn ev cara çareme ku, balefirgeha Helebê tê bordiman kirin û di Îlona sala 2022an de jî ji ber bordimanê ev balefirgeha han çend rojan ji kar ketibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin