Li Istenbûl û Mêrdînê 259 kes hatin girtin

jiber bilind kirina sembolên netewî û beşdarî kirin di ahengan de hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Jiber beşdarî kirin di ahengên Newrozê de hatine girtin.

Parêzgariya Istenbolê ragihand, di pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Yenîkapi ya Stenbolê de, 224 kes hatine desteserkirin û lêpirsînên wan berdewam dikin.

Li Istenbolê 19ê Adarê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk, Partiya Demokratîka Gelan HDPê li navçeya Yenîkapi ya Stenbolê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroza îsal hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de di navbera beşdaran û polîsan de alozî derketine û 224 kes hatine desteserkirin.

Derbarê desteserkirinan de, parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek daye û dibêje, 224 kesên ku dixwestin pankart û sembolên ne fermi bibin qadê û her wiha siloganên ne yasayî bilind dikirin ji aliyê hêzên me ve hatine desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya parêzgariya Istenbolê lêpirsîna kesên hatîn desteserkirin berdewam dike.

Her wiha li navçeya Qoser a ser bi Mêrdînê duh Yekşemê di pîrozbahiya Newrozê de jî 35 kes hatin desteserkirin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.