Avustiraliya dorpêçên nû danî ser Îranê

vê Avustiraliya bi du pakêcan dorpêç bixe ser rejîma Îranê.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran çavkaniya aloziyên herêmê ye.

Hikûmeta Avustiraliyayê îro duşem ragihand ku, biryar daye daku, dîsa dorpêçan bixe ser rejîma Îranê.

Di daxuyaniya hikûmeta Avustiraliyayê de hatiye eşkere kirin ku, Îran ji aliyekê ve çavkanî û sedema sereke ya aloziyên heyî yên li deverê ye û ji aliyeke din ve jî Îran berdewame li ser piştîvanî kirina komên çekdar yên radîkal.

Di berdewamiya daxuyaniya han de ev yek jî hatiye eşkere kirin ku, Îran berdewame li ser hevkarî kirina Rûsyeyê di şerê Ukraynayê de û li ser asta navxweyî jî Îran berdewame li ser binpê kirina azadî û mafên mirovan lewre hikûmeta Avustiraliyayê biryar daye daku, dorpêçên nû bixe ser Îranê.

Di pakêca yekem ya vê dorpêçan 13 rayedarên rejîmê û 3 navendên rejîmê hene û di pakêca duyem de jî 14 rayedarên rejîmê û 14 navendên rejîmê dîsa ji aliyê Avustiraliyayê ve têne dorpêçkirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.