Li 11 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

ev di demekê deye ku, şêniyên wan deveran amadekarî bo pêşwazî kirina Newroz û sersalê dikin.
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 11 dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûn û hatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku roja Înê 17ê Adara 2023an ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 17ê Adara 2023 heta 31ê Adara heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran  bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzggariyê hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.

Ev biryara qedexeyê di demekê deye ku, şêniyên wan deveran amadekarî bo cejnên sersal û Newrozê dikin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.